Di navbera hundir û derve de bi tenê derî heye. Gava ku tu di derî re dakevî hundir êdî tu di hundir de yî. Gava ku tu ji derî derkevî derve tu êdî li derveyî.
Di binhişê me de [ya jî bîra me ya hiş de] derve azadî ye, ya jî pêwendiya derve û azadiyê pir zêde bi hev re heye. Yekê/a li derve azad e, yekê/a li hundir ne azad e.
Kombînezona [hevkêşe/denklem] derve û azadiyê û hundir û neazadbûnê çi qas rast e gelo? Ez ji vê hevkêşeya hanê zêde emîn nîn im. Ez ew qas bawer nakim ku yên li derve azad in, yên li hundir ne azad in.
Gava ku mirov di hundir de be û deriyek tenê hebe, wê demê mirov wî deriyê digire hember xwe û mirov têkoşîna derketina derve dide. Derketina derve jî ‘azadî’ tê hesibandin. Mirov tekoşer e êdî; yan jî mirov wê demê bi neyartiya li hember deriyekî astengbar dikeve nava kefteleftekê.
Piştî kefteleftê mirov dertê derve. Tu êdî li derve yî. Derve!.. Tu demekê şûn de mêze dikî ku derve jî di rastiya xwe de ne derve ye.
Lê ku tu ji wî deriyî derbas dibî êdî tu ne deriyekî bi tenê, bi hezaran deriyan dibînî. Hemû derî di her dem û her gavên te de li hember te astengbar in, li hember te vexwendnameyek e ji bo deriyekî din der dixin.
Bi çend rengan derî hene. Deriyên fizîkî, deriyên derûnî, deriyên bîrewerî, deriyên çandî, û deriyên din…
Tu li derve xwediyê malekî, li gund yan jî li bajêr maleke te yan jî daîreyeke te heye; tu xwediyê wê malê yî yan jî tu wekîlê xwediyê wê malêyî. Ew mal bi derî ye, tu dikevî hundir, di hundir de ode hene, her odeyek xwediyê deriyekî ye. Tu her cara ku dikevî odeyekê tu dikevî hundirekî, her gav û her dema ku tu li malê bî tu di hundir de yî.
Gava ku tu ji malê derêyî û ku tu ji deriyê malê derkevî tu deriyê avahiyê dibînî, şûn de tu deriyê sîteyê dibînî, şûn de tu deriyê taxê dibînî, şûn de tu deriyê bajêr dibînî, şûn de tu deriyê herêmê dibînî, şûn de tu deriyê welat dibînî, şûn de tu deriyê din dibînî.
Tu mêze dikî ku derve tune ye. Tu her di hundir de yî. Tu her tim li hundir î.
Deriyên derûnî û bîreweriyê jî hene. Tirs deriyê herî mezin û dijwar e. Hêvî deriyê herî masûm û herî mirdar e. Hesret deriyê deriyên derûniyê ye. Hesreta azadiyê berê mirov dide deriyan. Armanc bêdawîbûna deriyên bîreweriyê ye. Armanc berê te dide deriyan, bi te deriyan dide vekirin, pê re jî deriyekî din nîşanî te dide. Ev tu caran naqede.
Azadî hêvî û armanca pişt deriyan e û tu caran jî nayê. Dema ku azadî bê ber te, hê te destê xwe pê nekiriye ji bal te direve, şûn de tu dibînî ku tu li pişt deriyekî din î.
Azadî berê te dide deriyên dijwar, da ku tu bikaribî bi hêza xwe wan deriyan vekî. Azadî giyana hêzê ye jî.
Azad ZAL
azadzal@hotmail.com