Jineke Pêşeng Jîr û Jêhatî
Li Başûrê Kurdistanê, ji ber avûhewayeke hişk û ziwa kumirov ji germahiya çolê diqemirîn, têkiliyên tevlîhev ên şer dinavbera eşîran de hatibûn sazkirin. Di gelek mijaran de pirsgirêk û aloziyên civakî di asta jor de bûn. Di cih û rewşekewiha de jineke gelek zana, jîr û jêhatî, bi hêza xwe ya xweserû pêşengiyeke xwezayî derketibû pêş… Ev jina ku bi vantaybetmendiyên xwe yên sereke û bi cewhera xwe ya civakî diserdema ku tê de dijî de bûbû mînakeke bibandor û binavûdeng Adîle Xanim e.
***
Adîle Xanim, ji malbata mezin a Erdelanê ye ku girêdayîMîrnişîna Babanê ye. Serbajarê Erdelanê Sîne, ku bi navê xweyê din Senendec bû; li Îranê bûbû navenda çand, huner û wêjeya kurdan a qesrê. Ev rewşa bajêr di pêşketina AdîleXanimê de xwedî risteke girîng bû, ku di pêşerojê de, dê di kar û xebatên xwe de ev çand û huner biderxista pêş.
Mîrnişînîtiya Baban a xwedî paşerojeke bibingeh bû û Pismîriya Erdelanê, demeke dirêj, li ser axa Osmaniyan dinavbera Osmanî û Îranê de rista parêzgehekê anine cih. Dinava sedsala 19min de, malbata ku Mîrîtiya Babanan bi rê ve dibir ji aliyê Şahê Îranê ve ji textê xwe hate xistin. Piştî vêyekê, ev herêm êdî ji aliyê parêzger anku waliyên ku ji aliyêŞahê Îranê ve dihatin tayinkirin hatîne birêvebirin. Di encamêde Mîrîtiya Babanê jî hatibû belavkirin.
Pismîrtiya Erdelanê û Helebce
Bavê Adîle Xanimê Evdilqadir Sahibquren, li Tehranêkarmendekî payebilind bû. Lê ji ber belavbûna MîrîtiyaBabanê, di sala 1851an de, li gel malbata xwe koçî bajarê Sînedike û jiyana xwe li vê derê didomîne. Adîle Xanim jî, di sala 1859an de, li vî bajarî ku xwedî dîrokeke kevnar e, ji dayikdibe.
Adîle Xanim, endameke Pismîrtiya Erdelanê bû. Herçiqas, hêzû mezinahiya vê pismîrtiyê wek berê nemabû jî, hê jî diherêmê de rêzdariya xwe diparast. Ji ber vê, bandoraPismîrtiya Erdelanê gelek li ser wê çêbûbû, ku di demên pêşde ev bandor dê zêdetir diyarker bûbûya. Ew jinekejixwepirbawer û bibiryar bû; xwedî vîn û xîret bû. Van taybetmendiyên di wê de pêşengiyeke xwezayî derdixist holê.
Pismîrtiya Erdelanê di navbera sînorê osmanî û farisan de bû. Xwedî rêz û hêzeke xwecihî bû. Ji ber vê sedemê têkiliyênxwe yên siyasî û aborî jî, bi bajar û eşirên ku nêzî sinorê ne pêş ve dibirin. Yek ji van eşîran jî eşîra Caf bû. Eşîra Caf, a limilê din ê sînorê bû, eşîreke mezin û bihêz bû. Di encama vêde hinek zewacên siyasî jî pêk dihatin û di navbera eşîran de têkiliyên xizmtiyê jî çêdibûn. Zewaca Adîle Xanimê ya biOsman Beg re encama vê yekê bû. Osman Beg, kurêMihemed Paşayê serokê eşîra Cafê bû.
Adîle Xanim, bi vê zewacê re, ji bajarê Sîneyê ku diteşegirtina kesayetiya wê de ciheke taybet digirt û gelek hez jivî bajarî dikir wek bûk çûye bajarê Helebceyê. Di encama vêzewacê de du kurên Adîle Xanimê çêbûne; Ehmed Muxtar Cafû Tahir Beg Caf, ku dê piştre bûbûna du helbestkarên navdarên kurd.
Revebireke Dadperwer: Adîle Xanim
Ji Osman Beg re Wesman Paşa jî dihat gotin. Ew piştî mirinabavê xwe bûbû serokê eşîra Cafê. Osman Beg, di nava demêde li ser navê osmaniyan dibe parêzger anku waliyê bajarêŞarezorê. Ev bajêr niha wek Silêmaniye tê zanîn. Ew ji ber vêpeywira xwe gelek caran diçû bajarên Silêmanî, Kerkûk û Mûsilê.
Adîle Xanim, ku bi jîrîtî û hêza xwe ya pêşengiyê derketibûpêş di vê pêvajoyê de dest avêtiye karûbarên rêveberiyê. Dema ku hevjînê wî li derveyî bajêr bû li şûna wî kar û xebatên eşîrê jî wê bi rê ve dibir. Vê rewşa Osman Beg, derfeteke girîng li pêşiya Adîle Xanimê vekiribû. Adîle Xanimjî vê derfetê baş bikar dianî û di nava eşîrê de jî dihat hezkirin. Ew, piştî vê pêvajoyê bi awayekî hê çalaktir tevlî xebatênrêveberiyê bûye û ev erka xwe hê pêşdetir biriye.
Adîle Xanim, ji bo ku li Helebceyê bingeha dadmendiyekexurt were avêtin Dîwana Dadgehê ava kiriye û dem bi dem bitaybetî serokatiya dozên ku li vê derê dihatin dîtin kiriye. Ewli ser mijara dad û edaletê pir hestyar tevdigeriya. Ji ber vê ye ku hê jî li Helebceyê navê Adîle Xanimê bi edaleta wê têzimên.
Seroka Eşîra Cafê û Qeymeqama Yekem a Jin
Hevjînê Adîle Xanimê, Osman Beg di sala 1909an de jiyanaxwe ji dest dide. Li ser vê yekê Adîle Xanim dibe seroka eşîraCafê. Ligel vê, pêşengiya endamên niştecih û nîvkoçer êneşîra xwe û hin eşîrên din ên derdorê dide ser milên xwe.
Eşîra Caf û eşirên din gelemperî bi serê xwe tevdigeriyan. Dinava wan de hevgirtineke xurt tunebû. Ev rewş gelek caran lidijî neyarên wan hêza wan lawaz dixist. Gelek caran jî dibûsedem ku ji aliyê dewletên wek osmaniyan ve bi awayekîxapînok bên bikaranîn. Ji aliyê din ve Şarezor, di bin dagirkeriya ingilîzan de bû. Ev herêm salên xwe yên herî zor û dijwar dijiya. Di demeke wiha de Adîle Xanimê ji aliyekîberpirsyariya rêvebirina bajarê Helebceyê hildabû ser milêxwe û ji aliyê din jî bûbû seroka eşîreta xwe ya bi navê Cafê.
Haya Adîle Xanimê, ji rewşa belave û bêserûber a eşîra xwe û gelê xwe hebû. Ji bo ku pêşiya vê belavbûyinê bigire bi hemûeşîran re dikeve nava têkiliyê. Ew di demeke kurt de yekîtiyaeşîran pêk tîne. Piştî ev yekitî di nava eşîran de pêk tê hêzaeşîra Cafê jî berfireh dibe û Adîle Xanim rista xwe ya pêşengtiyê xurtir dike. Adîle Xanim a ku kar û xebatên eşîrê biawayekî serkeftî bi rê ve dibe, paşî wek qeymeqam têerkdarkirin û li herêmê dibe xwedî nasnava qeymeqamayekem a jin. Ew li gel vê peywîra xwe û bi berpirsyariya xweya payebilind, li herêmê wek kesayetiyeke pêşeng dihatqebûlkirin.
Helebce: Navenda Nûbûn û Ronîbûnê
Adîle Xanim, di dema peywira xwe de, girîngî dide daraştinaherêmê û dixwaze ku herêmê ji nû ve saz bike. Li Helebceyêbi reng û awayê avahîsaziya Erdelanê gelek xan û hemamandide çêkirin. Di navbera bajarê Helebce û Şarezorê de, dîsa liser bingeha avahîsaziya Erdelanê, bazar, medrese û gundên nûava dike. Herwiha ji bo ku di navbera herdu bajaran de bazirganî pêş bikeve, di pergala bacê de jî guhertin û sazkirinên nû pêk tîne û ewlekariyê bihêztir dike.
Adîle Xanim, di heman demê de baş pêhesiyabû ku bêzanîn, bêzanyarî û bêzanistî tu civak û bajêr pêş nakevin û nabinxwedî mîrateyeke mayînde. Ji ber vê jî, di serdema rêveberiyaxwe de ji bo pêşxistina xwendin, nivisîn û zanyariyê kedekemezin dide. Ji bo pêşketina zarok û ciwanan dibistanên nûvedike û Helebceyê demeke dirêj dike navenda tevgera nûbûnû ronîbûnê ya kurdan.
Dê Bidome…
Nîşe: Ev nivîs di rojnameya Xwebûnê de jî hatiye weşandin.