Medrese peyveke erebî ye, di kurmacnî de tê wateya fêrgeh an jî perwerdegehê. Medrese yek ji wan saziyane ku bi sedan salane zimanê kurdî parastiye û gîhandiya roja îro.
Di dîroka Kurdistanê de bandora medreseyan li serzimanê kurdî gelekî mezin e. Her çendê medrese ne saziyên femiyên dewletê bin jî lê ji ber ku ji bilî medreseyan perwerdehiya bi zimanê kurdî li çi saziyên din nedihat dayin vê yekê jî dihişt ku bandora medreseyan li ser civaka Kurdistanê zêde bibe.
Zimanê medreseyên li Kurdistanê bi kurdî bû. Wekî hûn jî dizanin xwendin û nivîsandin zimanan bi pêş dixe. Piraniya berhemên ku li medreseyan dihatin xwendin bi erebî bûn lê belê paşê ew berhemên hanê ji bo zimanê kurdî dihatin wergerandin û bi kurdî dihatine şîrovekirin, lewre ev yeka jî dibû egera ku zimanê kurdî bibe zimanê wêje yî û dibû sedema pêşkeftina zimanê kurdî. Jixwe wêjeya kurdî ya nivîskî jî li medreseyan dest pê kiriye.
Destpêka avabûna medreseyan li Kurdistanê digêje sedsala 11’an. Piştî ku kurd bûn misilman, diwarê xwendin û zanistî de bi pêş ketin û bi vebûna saziyên zanistî û ilmî li Kurdistanê zêde bû. Bi taybet jî li bajarên weke Cizîr, Bazîd, Bêdlîs, Sêrt û Amedê medreseyên gelekî hêja hatin avakirin û divan medreseyan de ji aliyê ilmî, zanistî pêşveçûnê de xebatên gelekî hêja ji bo mirovahiyê hatinkirin.
Di medreseyên Kurdistanê de ne tenê waneyên ayînî hatine dayîn, her wiha waneyên gelek şaxêndin ên weke felsefe, astronomî, matematîk, civaknasî, ferhengî, xwedanasî, hiqûqnasî jî hatine dayîn. Lewre medrese ji bo kurdan ne tenê dibistan bûn, di heman demê de medrese zanîngehên gelekî serkeftî bûn jî.
Di dîroka Kurdistanê de gelek kesayetên giranbiha û ulemayên mezin ji medreseyên kurdî derçûne. Hindek ji wan kesayetên ku ji medresan derçûne û mohra xwe li diroka kurd û Kurdistanê dane ev in: Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Mele Ehmedê Xasî, Feqiyê Teyran, Mela Xelîlê Hîzanî û Mele Seîdê Kurdî. Van keseyatan ji bo gel û zimanê xwe xebatên gelekî hêja kirine.
Bêgûman di pêşketina wêjeya kurdî de rola medreseyan gelekî mezin e.
Li medreseyan ji aliyên ulema û helbestvan û hûnermend û nivîskaran ve berhemên gelekî serkeftî derçûne, lewre medrese ji bo zimanê kurdîbûne wargeh. Çiqas nivîskar û helbestvan û alimên me yên dêrîn hene hemû jî ji medreseyan derçûne û gelek berhemên hêja ji bo me hiştine, heta nûkejî gelek ji wan berheman ji aliyê hunermendan ve têne xwendin. Lewre medereseyên Kurdistanê rêka wêje û zimanê kurdî ronî kirine. Li gel ku li medreseyan gelek kesayet û berhemên giranbiha derçûbin jî, mixabin hîna gelek kesayet û berhemên ku me navê wan nebihîstine jî hene.
Dema em berê xwe didine dîroka Kurdistanê, em dibînin ku wêje û ziman ji aliyê zanayarên ku ji medreseyên kurdî rabûne ve hatine parastin lêbelê hindek nivîsakarên kurd berhemên xwe bizimanên biyanî, yên weke erebî, farisî û tirkî nivîsîne. Lewre Ehmed Xanî beriya niha bi sedan salan behsa girîngiya zimanê kurdî kiriye û xwestiye ku zimanê kurdî bikeve meriyetê. Ehmedê Xanî berhemên xwe bi kurdî nivisîne û liser perwerdehiya zarokên kurd gelekî rawestiyaye, lewre Xanî ji bo ku zarokên kurd di medreseyan de bixwînin berhemeke bi navê ”Nûbihara Biçukan” nivîsiye. ”Nûbibara Biçûkan” di heman demê de yekemîn ferhenga kurdî ye. Her wiha Mele Seîdê Kurdî jî rêka xilasiya kurdan di xwendinê de dîtiye û lewre jî xestiye ji bo pêşeroja gelê kurd bi navê Medresetû’z Zehra zanîngehê ava bike.
Dewleta tirk a yekperest ji hêz û bandora medreseyên Kurdistanê agahdar bû, baş dizanibû ku li wan medreseyan kurd bi zimanê xwe dixwînin û di her warî de jî bi pêş dikevin, lewre romê ev yeka ji bo xwe weke gef didît. Piştî avabûna komara Tirkiyeyê êrîşên li ser medreseyên kurdî zêde bûn û piştî van êrîşan medreseyên kurdî şikestin xwar in û piştî demekê yekcarî hatin qedexekirin.
Bê gûman dîroka medreseyên Kurdistanê gelekî kevn e û her wiha tesîr û bandora medreseyan jî liser gelek beşên civakê heye lê me xwest bi kurtasî behsa bandora wan a li ser zimanê kurdî bikin.
Mihemed Kurdî /Mêrdîn
17.07.2023
E-Maîl:mihemedkurd47@gmail.com
Slv. Bi rastî nivîseke bi qasî xweş û çêja xwe, hewqasî jî girîng bû. Bi zimanekî xweş û zelal hatiye nivîsandin. Mala te ava. .
Avatir be birêz, hun her hebin.