Yaşar Eroglu – BEKOYÊ RASTEQîN Kî YE?

Bekoyê Rasteqîn Kî Ye?

Wêje bi taybetî jî roman karekî micîd e. Bi wêje û romanê re hate lîstin ev yek derdikeve derveyî rê û rêbazên wêjenasiyê û wê diherimîne. Beşek ji nîvîskarên kurd hene weke înat bi vê yekê re serê xwe diêşînin. Xwezî qasî herimandina roman û wêjenasiyê ji bo serkeftina karê wêjeyê hewl bidana ku ew rade û rêjeya kalîteya wêje û romana kurdî dikarin çawa bilind bikin. Mixabin diyar dibe ku hest û ramanên îdeolojîk ên mirî û bêkêr derdikevin pêş û berê xwe didine tolhildana yan ramanî yan jî takekesî; pê re rihetkirina dil û hestên xwe.

Zêde dirêj nekim, ez derbasî mijara xwe ya dixwazim li ser bisekinim, bibim. Îcar Hesenê Metê bi kurteromana (novel) xwe ya bi navê ‘Tofan’ mijara nirxandinê ye. ‘Tofan’a Hesenê Metê di sala 2006an de ji aliyê Weşanên Awesta ve hatiye çapkirin û ji 74 rûpelan pêk tê.

Bi rastî jî Tofan tofan e, ji quntara çiyayê Cudiya Cizîra Botan hildaye bin lêhiya xwe û riprast kiriye. Yanî Hesenê Metê xwestiye wisa bike lê Cizîra Botan li gel zirteromana (çima dibêjim zirteroman ez ê piştre rave bikim) Hesenê Metê li ser piyan e. Helbet ev daxwaza jidil a Hesenê Metê piştî şanzdeh salan bi tang, top, balafir û helîkopterên tirk pêk hat; tofan li Cizîra Botan rakirin, kevir li ser kevirekî din nehîştin, bi rastî tofaneke ku ji dilê Hesenê Metê gelek rûxandin û wêranî çêkirin lê dîsa jî Cizîra Botan berevajî daxwaza Hesenê Metê weke Cûdiya serbilind li ser piyan ma. Ew Cizîra Botan a ku Hesenê Metê bi tîr û kevana piştî serdema kevîrên biriqandî êrîşeke nedîtî lê dikir…

Piştî ez ji zîndanê derketim, hê kêlên ber çavên min nû dibişkivîn di nav ferhengwêriya kurd de dihat gotin ku Hesenê Metê; eger li bêjingê bixin ji çend nivîskarên ku li ser bêjingê bimînin yek e heta ji çendên sereke ye. Me li gorî berhemên wî yên serhemdêxwe rûmetek dida wî. Lê me nizanibû… mixabin.

Ez du guhdariyên xwe der heqa Hesenê Metê de bînim ziman. Yek, piştî ku Abdûlah Ocalan li ser ekranên Med TV rewşenbîrên kurd bi tundî rexne kirine, ew jî tê de sî û sê rewşenbîrên kurd daxuyaniyek daye û ev yek qebûl nekirine. Bi vê rik û kerbê Hesenê Metê bi bayê bezê ev zirteroman nivîsiye. Dibe ku sî û sê livên tezbîhê yên di bin piyên kesê cizîrî de tên pêpeskirin ku ew bi tundî tîne ziman ew bin. Lê min got ez nikarim weke yeqîn rast bejim misoger wisa ye. Ya duduyan, li ber guhên min ket ku pîştî çend salan Hesenê Metê xwe rexne kiriye ku ‘Tofan’ çima wiha nivîsiye. Hinekan got, gotiye ev êdî ne kurteromana min e, hinekan jî got, rexnedayîneke ne ew qas tund, bi awayekî sivik jê derbas bûye. Erê ya min guhpêketin e, ne misoger e. Eger wisa be jî ji rexneya min muaf nabe, destê min li pêsîra wî ye, hê jî pirtûk bi navê Hesenê Metê di piyaseyê de ye, kesekî nebihîstiye îmzeya xwe jê kişandiye.

Piştî vê destpêkê ez derbasî nirxandinên esas dibim. Pirtûk bi gotineke ji pirtûka pîroz Tewratê dest pê dike, wiha ye, ‘Vê çîrokê … divê “Hûn evê ji zarokên xwe re vebêjin, zarokên we jî ji zarokên xwe re û zarokê wan jî ji nifşên dahatû re…” Hesenê Metê qaşo hişpir e; bi gotina Tewratê bala xwîner dikişine ser Tofana Nûh û ‘Tofan’a xwe pê bide neqşkirin û weke gotina Tewratê tofana hatiye serê Cizira Botan (ku jê re dibêje tofana dudan) jî ji bîr nekin, heta nevîçirkên xwe bigihînin, sûc, guneh û kiryarên cizîriyên nû bikin ala kurdiya xwe.

Li Serhedê gotinek heye; dibêje behaneya baberketiyan nanê cehîn e. Hesenê Metê ji xwe re Ehmedê Xanî kiriye senger û meterîs ketiye nav meterîsê êrîş kirine û dilê xwe yê kawgirtî rihet kiriye. Xanî, Medreseya Sor û Bekoyê Ewan. Xweş bazar e, xweş senger e. Hesenê Metê ji Ehmedê Xanî, gora wî û bi telmîhên din dest bi nivîsandinê dike. Honaksaziya romanê bi vê teknîkê ava bûye. Kesên ku pirtûkê didin destê xwe herhal dibêjin ‘ya vî maqûlî rûmet daye wêjeya klasik a kurdî û nirxên kurd ên dîrokî, ev maqûl gelek kurdewar û gelek ji nirxên wî hez dike. Em destmalekî bînin bigirîn; ax û wax Hesenê Metê tu çi mêr î, tu çi camêr û kurdhezî!’ Lê kes nizane rastî ev e ku nivîskar binê xwe lewitandiye pîne û lihêf têrê nakin.

ŞER E, ŞÎN E, ŞAHÎ YE…ew êdî Xwedê dizane bê çi ye, lê ez nizanim. Ez nizanim bê li kuderê ye jî. Hawurdor tîr û mîna reşkonekî kurmanciyê tarî ye. Agirekî bi revî, agirekî bi rengên fodilî li binêvê reşkonî bilind dikişe û li ser sofiyekî da tê.” (Rp. 9) Pirtûkeke 74 rûpel ku nîvê wê zêdetir yekser tevgereke şoreşger hedef digire gelo ji ber çi bi vî awayî dest pê dike, ‘ŞER E, ŞÎN E, ŞAHÎ YE…ew êdî Xwedê dizane bê çi ye, lê ez nizanim’  dixwaze balê bikişîne ser çi? Pir zelal dixuyê ku ji serî heta dawiyê dixwaze ji tevgera şoreşger re hesabekî veşartî deşifre bike û tevgerê piçûk bixe ku şerekî bêwate dike, berjewendiyên kurdan tê de nîn in, heta derveyî çand û zimanê kurdî ne bi xwîner bi awayekî nixumandî bide hesandin. Ji bilî vê tu wate tune ku bi tîpên mezin dest pê bike, sê têgeh; şer, şîn û şahî li çavên xwîner re bike. Jixwe tiştê di destpêkê de nixumandî, bi telmih nişan dide, paşê rasterast jî dibêje. Bi vê yekê naxwaze ba ber mebesta wî derbas bibe, her keysê bi kar tîne. Ehmedê Xanî jî ji xwe re dike mertal.

Riya ku dişopîne

Kifş e, her çi Hesenê Metê kiribe nav fikar, metirşî û qeyranê (me bi texmînî di serî de gotibû û misoger nebe jî êdî em jê haydar in), gelek pê serê xwe êşandiye, belkî jî serê xwe li dîwaran xistiye, tenê ye, ew û Xwedayê xwe ye, berê xwe zivirandiyê Ehmedê Xanî û hawara wî xwestiye. Ji nav derneketiye wiha gotiye, “Ev şer bi çiqasî berfireh dibe û kengî divemire, ez nizanim. Lê di dawiya dawîn de digêhîjim baweriyekê û xwe bi xwe dibêjim: Ez î ku ne ewliya û ne jî şêtekî cemala Xwedê me. De ka îcar çi ger û tevgere ku ez ketime. Ma min çi jê ye ku kîjan av û kîjan şerbete sermest dibe! Kî ji bo kê dikuje û tê kuştinê, min çi jê ye! Na, bi min ne ketiye ji bo kê derewan dike û pê mezin dibe… Xwedê hinek ji axê, hinek ji rêxê çêkirine, ewqas!’  (rp. 18) Gav û dem li wî dirêjtir dibin û zû ronî nabe. Wiha dewam dike, ‘Di dilê xwe de dibêjim ez ê îşev bangî Xwedê bikim. Dibêjim ez ê ji ruhê cenabê Ahmedê Xanî lava bikim ku werisekî bide min. (…) Û di dawiya herî dawîn de jî ez xwe dispêrim dilovaniya Xwedê û dixwazim bi min ve eyan bibe, eyan bibe û wê şevê ez hertiştî bibinim.”(rp. 19)

Û Hesenê Metê di vê şeva dûvediirêj de riyekî dibîne, xwe digihîne Bekoyê Ewan ku vê zirteromana xwe li ser baskê Bekoyê Ewan siwar bike û bikaribe vebêje. Ez ji vê novel an jî kurteromana wî re bi dilê rihet dibêjim zirteroman. Ji ber ku di dewsa hunera wêje û romannivîsiyê de pir zirtan dike, tehrîfatê dispêre rastiyan, reşkirin û dejenerasyonê  dispêre Cizîra Botan û hwd.

Eşkere dixuyê ku ew şeva nivîskar dikeve nav rewşa transformasyonê ku hûn dikarin bêjin mutasyona derûnî jî, riya xwe şaş dike, berê xwe dide Şkefta Erxeniyê. Bi navê Şiketên Hîlarê şikeft li Erxeniyê hene. Dibe ku dema ji Swedê hatiye Erxeniyê dewsa ku berê xwe bide Kela Bazîdê û tirba Ehmedê Xanî hemîn nêzik e bi şaşîtî berê xwe dabe Şikeftên Hîlarê. Wê şeva dûvedirêj de ji bo derbasî transê bibe di tariyê de rastî Labîrenta Cinan hatibe, cinan lê xistibe çi dîtibe xwe weke Bekoyê Ewan seh kiribe. Her çiqas lingên cinan berepaş be jî, cinên sedsala bîst û yekan dişibine wezîrên osmanî yan jî şaîrên dema Fîrdewsî. Delingên şalen wan erdê mor û xetên rûyên wan bafûnî ne. Hesenê Metê ji ber ku ancax ji labîrenta cinan derketiye dibe ku cin di dilqê Beko de ditîbe. Ev jî nêrînek e û ji çîroka nivîskar a Beko rasteqîntir e.

Beko li ser kar e

Belê Hesenê Metê bi çîroka xwe Bekoyê Ewan bi xwîn û goşt dike. Bê ka çima? Bersiva ‘çima’ jî mifteya zirteromana ‘Tofan’ê ye. Gelo hûn nikarin bisêwirînin ku wî ew qas lavayî Xwedê û Ehmedê Xanî kir, hawar û gazî cihê tuyî tune bû? Ancax cin dikarin ew qas zirav û tenik bifikirin û şanoya Sofokles derxin ser dikê yani qada Cızira Botan. Lehengên li ser dikê Beko û Deylan bin.

Hesenê Metê ji bo kîn û nefreta ku di dilê xwe de daye hev der bike, Bekoyê Ewan bi xwîn û goşt dike. Lê di vir de detayek heye ji bala nivîskar reviye. Nivîskar ew qas bi rik û kerba tolhildanê bayê beze tevgeriyaye ku Beko ji tirba Ehmedê Xanî rakiriye biriye sûkên Cizîrê gerandiye. Tirba Ehmedê Xanî li ku tirbên Mem û Zîn û Beko li ku? Qet nebe senaryoya çîrokê li gorî vê rastiyê li hev bianiya çi şiltaxî li Cizîrê dikir bila bikira lê mixabin lêza wî heye divê zirteromana xwe gavekê pêşde bigihîne serî, belkî jî talimata reşkirinê wisa girtibe, em nizanin, ev detay ji bîr kiriye.

Bi pênûsa Hesenê Metê, piştî vegotina nasandin û qedexedanîna ser navê Beko bi riya Sofî Temir, perdeya şanoyê bi nîşeyeke ji Ehmedê Xanî radigîhîne îro ji paxila Bekoyê Ewan derdikeve, peyama Xanî wiha ye:

Ya qadirê erd û asîman! /Ez evdeki Te î ji axê Ahmedê Xanî, /ji cenabê Te î zulcelal lava dikim ku bi destur û fermana Te, / ji îro û pê ve her sê sed û sê salan carekê Bekoyê Ewan bi rûyê vê dunyayê bikevit. /Qesd û mexset ji vê lavayê ne ew e ku bêmarîfetiyekî bibit,/ na bilekîs belbî jî mebest ew bit ku hîkmet/ mislî lutfeke yezdanê erş-î ala bibit îbret-î milet. 

Hurmetkarê cenabê Te î Mezin, Ahmedê Xanî 21ê meha muharreme 1695” (rp. 41)

Gelo eslê vê nîşeyê heye? Ev çiqas rast e? Wisa dixuyê ku rabûna Beko çiqas rast be, ew nîşe jî ew qas rast e. Lê parçeyekî zirteromanê yê bingehîn e, bi hişbariya Hesenê Metê hatiye afirandin. Hesenê Metê Beko kiriye qasidê Ehmedê Xanî, mêjû û daneheva çanda kurdî ji bo hest û ajoyên îdîk (ezperestiya hoveber- îptîdayî) tarumar kiriye. Pê re gotiye, “Lê xwezî cenabê te ji Xwedê lava bikira tu bi xwe jî vê gorna xwe ya pîrozwer rabûyayî. Te welê bikira û te bi çavên serê xwe bidîta ka bê kî ji bo kê îbret-î milet e,ya arif. Wê çaxê te ê bi xwe çavên xwe bidîta bê îro çawa gotinên çors dikin û bi cenabê te re jî ketine qayîşê.” (rp. 69)

Belê Beko kiriye qasidê Ehmedê Xanî bi navgîna Bekoyê Ewan Cizîra Botan a serhildêr û serîneçemandî gilî û gazin kiriye. Tenê ne ew qas!.. bi gotina serhediyan kiriye quna kûçikan. Bila ‘bibit îbret-î millet’. Her sê sed û sê salan carekê Bekoyê Ewan bi rûyê vê dunyayê bikevit, çi tesaduf ku ew rastî serdema Cizîra Azadîxwaz û Berxwedêr bê! Hewar yabo, ev çi gelaciyeke bêqulp e!

Tofanê li Cizîra Botan radike

Çima? Pêkhatinên ji bo azadî û felatê diqewimin îbret-î milet in?! Çima rûreşî ne, ji kurdiyê dûr in, ebebozî ne, sexte ne.? Belê Zerdûşt Hesenê Metê wiha ferman daye. Fetwa wî naşikê. Bi devê sofî Temir Zerdûşt Hesen wiha fetwa dide, “Ez çi gunehkarekî mezin im, Xwedêyo em… em xelkê Botan çi gunehkarên mezin in! Tu me bidî xatirê welî û enbiyayên xwe, şêx û meşayixên xwe. Xwedê! Sitara Xwedê li ser me be… diyar e, ew ê tofana duduyan li vir, li me ehlê botan… ew ê tenê li Cizîra Botan rabe.” (rp. 42)

Ji ber çi ‘xelkê Botan’ gunehkarên mezi in? Cizîra Botan xayîntî kiriye, bênamûsî kiriye, welatê xwe firotiye dagirkeran? Tiştê ku îbreta milet heq bike çi kiriye ku kaxizê Beko aniye bûye sedema veguhestina sofî Temir? Ji bo çi Hesenê Metê ji Cizîrê nefret dike wê berfireh bibêje û ez ê jî nîşanî xwîneran bidim.

Ji nişkê ve Beko Ewan dibe hezretî Beko û Zerdûşt Hesûn fetwa û fermanê rê dike, “Ka ez ê çawa rabim ya hezretî Beko? Ez ê çawa li ruyê cenabê te î mezin meze bikim. Bihêle… bihêle bila çavê min her li erdê be, bila erd biqelêşe û ez xwe berdimê. Xwedêyo kevirê li me bibare!” (rp. 43)

Ji bo ku Cizîra berxwedêr heft tewek li bin erdê bixe, Bekoyê Ewan li heft taqê Erşan bilind dike. Nivîskar bi bela rik û kerba derûniya xwe li ber Beko dikeve qametê û destê xwe li ber wî li ser zikê xwe girê dide, paşê diçe secdeyê. Dûr û yaqûtên ji pênûsa Hesenê Metê dibiriqin dewam dikin. De nivîskar Beko derxistibû radeya hezretiyê, ka em binêrin ji bo cizîriyên şoreşger çi gulan dirijîne, çawa pênase dike, “… çawa bibêjim, ya arif, ku şaşikek li serê wî buya, belbî jî ev xet û nexşên ha zede bala min nekişanda, lê ev zatê duduyan jî yekî serekî pelixî ye. Meriv dibê qeyê di piçûktiyê de yekî destê xwe daye ser jora serê wî û welê mezin bûye. Hustuyekî kurt û tenê bi qasî du tiliyan ji girikên milan berztir e. Her cara ku dixwaze bipeyive… beriya ku gotin ji devê wî derkeve, her du destên xwe dide kêleka masê û subhanellah! Meriv dibêje qeyê ew ê a nuha rabe ser xwe, ew ê anuha bifire û xwe di zinaran werbike. A wê çaxê jî dirûvên wî dişibe gelek tiştên mayî û gilokên çavên wî di kortalên xwe de nahewin. Bi awurên xwe zexel, meriv zû têderdixe ku yekî kone û deqdor e. Bi têra xwe şît û ji bo nefsa xwe jîr e…” (rp.49)

Ji bo nefret, reşkirin û piçûkxistina şoreşgeran ji devê nivîskar êdî hewceyî şîroveyên din namîne. Nivîskar di kuça Hewreşîmê de Bekoyê Ewan dajo ser hewşeke gelek kes lê civiyane û axaftinên cizîriyên şorşger lê germ bûne û Beko vedibêje. “Hundirê hewşê tijî serî ne. (…) Tu dibêjî pîvazên mişarekê ne û te ji erdekî rakirine. (…) Li ber maseya pêşiya wan du kes rûniştine û behsa zatekî dikin.” (rp.45) Hêmaya ku hişê Hesenê Metê jê biriye kakilê wê ji vir şûnde dest pê dike. Heta vir (û ji vir şûndetir jî) bala xwîner bikişînim ser ku tu xema nivîskar ji bo hunerekî wêjeyî yan tiştekî nêzî wê nîn e. Maharet û hunerek heye ku ez ê mebestên xwe yên veşartî çawa bînim ziman, reşkirin û heqareteke giran heye ku li ser hedefên xwe çawa werbikim. Tiştê ku kurteromanê dike zirteroman yekjî ev e. Mebesta wî û armanca tîrên wî bi pirolekirin, piçûkxistinê ji bo reşkirina serokê tevgera şoreşger Ocalan e.

“… Ew têr nake ku ez bikanim ji we re cenabê Cîhangîr rave bikim. Ji xwe ne kare aqilan e ku meriv wî cenabê mezin fam bike. Erê meriv diçe, dibine û bîzatihî guhdariya cenabê wî jî dike, lê meriv fam nake… nayê famkirinê. (rp. 46) … Em qonax bi qonax diçûn û me xwe nêzîkî welatê frengîstana kevn dikir. (…) Ez bûm weke boça bêrekî û li pêş cenabê wî wilo li ser lingan mam. … Lê dîsa mezinahiya cenabê wî bû ku min da zanîn û got: ‘Mîna xiyarekî xwar li ser lingan nesekine û tu jî li ciyekî rûnê.’ De îcar ez serê we neêşînim.

Bi van şeş gotinên wî yên dawîn re ew î li kêleka wî bi enîşka xwe tan dide vî xiyarê xwar, bi mirûzekî tirş û tal gotinên wî dibire û di ber xwe de jê re dibêje,

-Usa nebêje, heval! Kesên xayîn dibêjin… tenê ew kesên xayîn dikanin bibêjin serê merivan dêşe, lê serê meriv bi tiştên usa nayêşe.” (rp. 47-48)

– ( …) rasterast wilo ye. Binêhirin… bawer bikin, dema ku cenabê Cîhangîr ji me re got… ji me hemûyan re got: ‘Hûn jî bê şeref in.’ Got, ‘gereg e hûn bêşerefiyê nekin û van gotinên min baş di serê xwe kin!’ a bi van kelamên cenabê wî re… a wê çaxê ez têgihîştim ku şeref çi ye. (…) Rasterast her gotin û her hevokeke cenabê Cîhangîr ji Lewh-î mehfûz bû. Û wilo bû.” (rp.48)

Qaşo bi devê şoreşgerekî cizîrî, bi riya Bekoyê Ewan van êrîş û reşgotinan radigihîne xwîneran. Ez ê paragrafekî jî bidim û li ser bisekinim.  Beko heman rêbaza bi devê şoreşger didomîne, “Beriya rêberiya cenabê Cîhangîr em mistek ax, em bêrek çamur bûn. Xwedê em ji axê çêkirin… amentûbîllah. Lê Xwedê em ji axê çêkirin û usa hişt, ji bîr kir ku bi ba û pifa xwe ruh û can bide me. Û ez dixwazim bibêjim ji wê rojê û vir ve em bêyî ruh û bêyî can dijiyan. Lê çox şikir îro û anuha… ev ruh û ev canê ku em anuha pê dijîn kar û kerametê Cîhangîr e.

A di vê gavê de, ya arif… di vê gavê de bi zingezing deng û qerîn ji dora min bilind dibe û : ‘Bi ruh, bi can em bi te re ne, ey Cîhangîr!’ dibêjin…” (rp.49)

Eger raman û dozek bê rexnekirin bi riya wêjeyê yan polîtîkayê şêweyê wê heye. Yan li ser bingeheke xurt pêk tê yan jî bi edeb û edebî. Ev pîne, potik û gincirên ku Hesenê Metê xwe pê girtiye ne saxlem in, wê jê ser serikî bikeve xwarê. Hesenê Metê bi zirteromana êrîş û reşkirinê ne mirovên hişbar, ne zarokên ber garana gund dikare qanî bike. Ev tenê dikarin bibin pêkenok. Ya mirov tiştekî cidî dike ku destavêtina her roman, wêje û helbestan cidî ye, mirov bi argumanên ku xwe bikaribe bispêrê derpêş dike. Bi Beko, bi hewşa Hevrişîmê, bi şoreşgerên ku kiriye diqlê eciniyan, bi Cîhangîr ancax dikare xwe bike sosret.

Bizava Hesenê Metê ev e: Çawa zarok û mirovên lawaz bi yekî nikarin ji dûr ve siqêf û heqaretan dikin, reş dikin ku dil û psîkolojiya xwe rihet bikin. Xwînerên hêja bi van argumanên vî nivîskarî ne roman, ne kurteroman dikare bê nivîsandin. Bi şiltaxiyan ancax şiltax derdikevin û xwe rezil û ruswa dikin. A we heta dawiyê xwend, paşê destên xwe li pişta stûyên xwe girê bidin û li ser vê pexşanê bifikirin. Gelo mijar çi ye, nivîskar xwest çi bibêje, peyama wî çi bû? Çi gul rijandin di riya wêjeyê de? Bi mertalkirina Ehmedê Xanî û Bekoyê gelac ji bilî reşkirin, piçûkxistin û heqareta li Cizîra Botan, PKK û serokê wê çi heye di vê zirteromanê de? Eger bixwazî tola xwe ya siyasî bistînî wêjeyê ji xwe re neke mertal, here sî û sê liv tezbihên xwe jî bide kêleka xwe partiyekê yan jî tevgereke siyasî ava bike û şerê îdeoljîk jî, polîtîk jî bike. Na eger hêza te têra wê nake hingê roman an kurteromaneke wêjeyî ya bi rastî hunerî binivîse bila Cizîra Botan, PKK Û Ocalan jî te silav bikin û bêjin, “li te helal be, te bi kiryarên me yên nerast em mehçûp kirin, divê îro şûnde em baldar bibin. Bijî huner û wêjeya te, te em serast kirin bi riya wêje û hunerê.” Lê bi van paçavrayan nabe, ey Zerdeştê cemsera Bakur!

Em ji gulên nivîskar dirijîne riya xwe dewam bikin. Kesê şoreşger ê duduyan derdikeve ser dikê meseleyê tîne ser Ebû Leheban an jî kurmanciya wê bi rewşenbîr û zaneyên ku qaşo şoreşger weke xayînan dibînin. Tezbiyeke reş a bi sî û sê livan pêk tê ji bêrîka xwe derdixe û di bin linge xwe de pêpes dike. Her hal kakilê mebesta nivîsandina vê zirteromanê di vi de veşartî ye. Ev sî û sê liv tezbîh telmih in, eger em rast texmîn bikin sî û sê kesên ku li hember gotinên Ocalan deklerasyon dane ne.

Çima ew qas erzanî?

Hesenê Metê dîsa bi devê Beko dibêje, “A wê çaxê, ya arif… wê çaxê ez serwext dibim ku peyva linç tiştekî çawa ye. Û bi vê serwextiya min re dîsa dengê çepikan bi hewşa çayxanê dikeve dîsa silawet li navê zatê mezin direşin. Lê ez ez bala xwe didimê û dinihêrim ku ev delûdînê xortê li kêleka min destên xwe li hev nade.”  (rp.51) Û Sofokles xwe amade dike ku Kreonê xwe derxe ser dikê. Kreonê Hesenê Metê Deylan e. Jehra ku bi devê Beko rijandiye ser Cizîra Botan û şoreşgeran bi Deylan jî dirijîne kûçên Cizîra Botan û sûcdar dike.

Delyan pêşiyê li hember gotinên şoreşgerê cizîrî ku êdî nivîskar jê re dibêje eshabe, derdikeve. Beko pê re dibe dost û heval. Dikole ku di barê wî de çi heye, hîn bibe. Deylanê lawê Bozanê Memborî dibêje, “Zatê ku behs dikirin, Cîhangîr e… wusa dibêjin. Dibêjin xelîfe û ji wê jî wêdetir e… dibêjin ew xelîfê vê demê ye. (…) Berê li van deran… li van nêzîkayan bûye, lê dibêjin  anuha hîcretî alem-î frangayê kiriye, ferngîstana kevin.” (rp.54)

Hesenê Metê ji Beko re hevalbendek dîtiye û şiltaxiyên wî bi devê Beko nedane bi gotinên wî dewam dike. Deylan qala kuştina malbata xwe dike û dibêje, “Ev bûn… ji van eshaban bûn. weke xewnekê tê bîra min. Êvarekê… piştî şîvê bû. Em li aliyê malê bûn. wê çaxê bi dengekî xurt re bavê min ber bi caxên nivînan pêkiya û tev xwînê gêrî erdê bû. (…) diya min xwenga min a piçûk… xwenga min pir şerîn bû. Ew ê îsal biketa sala xwe ya hijdehan. Hêj jî nizanim bê çima, lê wê çaxê ji mala me ez tenê filîtim.” (rp.57)

Ji bo dramaturjî baş li ser dikê bê fêmkirin nivîskar bi hestên xwîner re dilîze û dest davêje hesasiyetan; malbat, kuştina bav, dê û xwîşkê. Eshabeyên ku di riya xelîfe de dimeşin çiqas dijminên hov in, erjeng in, kujerên mezin in. Nivîskar ketiye pey vê senaryoyê ku van ramanên xwe bide îspatkirin. Cizîra Botan bi eshabeyên xwe yên bi wê terîfa me li jor diyar kiribû, bi xelkê xwe ew qas dûr û canî ne, dijminê mirovahiyê ne. Ne ji bo mebestekê, ne ji bo guhestina enînivîsa gelekî têdikoşin, ji bo ebeboziyê belasebeb weke mirîşkan mirovan dikujin. Hûn ê bi vê pasajê bibînin ku vê senaryoya xwe pişrast dike.

“… kuştineke ji edet û berbora kurmanciyê dûr bû. Carên pêşîn nayên bîra min, lê dibêjin carekê hatine ji bavê min pere xwestine. Jê re gotine, me ji te re erdek azad kiriye, gotine me hukumetek li van deran ava kiriye, jê re gotine me qanûn rast kirine û divê tu jî peran bidî. Bavê min jî…” (rp.57) “Belê dibêjin meriv peran berhev nekin û nedin wan, meriv ji wan re çepikan nexin, meriv bi serê xwe bifikirin û bi zimanê xwe bipeyivin… a wê çaxê meriv heram û xayîn in.” (rp.58) We dît, we tirê behsa mafyaya erazî dike. Pere nedan, teq lê dixin dikujin. Eh Cizîr bûye Teksas, kovboy tên gim gim… We tirê nivîskar behsa Serîka Antalyayê, Sakaryayê dike ku kurd li wir rastî êrîşên nijadperest tên. Reşkirin û dijmintiyeke erzan! Eger mîna gotina Hesenê Metê bûya ji ber çi gel weke lêhiyan diherikî pêşberî guleyên dewletê? Divê serê wan li ber wan çemandî, ji malen xwe dernekatana, neçûna qada Newrozê. De dibêje ku ji Cizîra Ehmedê Xanî behs dike tiştek jê nemaye! Ehmedê Xanî behsa Newrozê nake ku weke lêhiyê mirov hingê jî diherikin wê derê! Ya rast Hesenê Metê ji bo ajoyên xwe yên îdîk berdewamiya şiltaxiyan dike.

Li gorî wî Deylan bûye beroşeke şîr û vereşe. Deylan kerem dike, “Û ev der Cizîra Botan e, hecî… ehmeqên ku di xewnên şevên nîvê şevan de li pey gamêşan dibezin li ba me, li van derina bi qasî şaîr û pêxemberan mezin dibin. (…) tu ê bêbextiyê bibînî, tu ê buhtanan bibihîsî. Tu ê bizanî di roja îroyîn de li van deran çi derewên mahmûdî û çi gelaciyên heyderî dibin. (…) ev kesên weha bêrû ne, tir û gotin li ba wan yek e, li ba wan rast û derew ne du peyv in û maneyên wan jî ne du tiştên cuda ne. Lê wek min got, hecî, îro tu ê bibînî bê çawa derew bûye şûr û mertalê şalûsan, bûye rihetiya canê gelacan û îro bêşerm, bêtirs bi van şûr û mertalan daketina qada Cizîra Botan. (…) Tu ê bibînî ku her yekî ji van şalûsan dikanin ji bo pênc peran bîst û pênc caran zirzopiyan bikin û ji yekî din re bibêjin : Xayîn û bêşeref. (…) tu ê bibînî bê çiqasî bilind, çiqasî mezin, heşa ji cenabê te, tu ê bibînî bê çawa zirzopane dipeyivîn, nemaze ev eshabeyên weha…” (rp. 59-60) Tiştekî din ma negotî ji bo Cizîra Botan û cizîriyên şoreşger. Tenê ev ma negotî; ‘min dê û xweyên we…’

Êdî karê nivîskar bi Deylan qediya û wê Deylan ji bo mebesta xwe ye ajoyî û derûnî cara dawî bi kar bîne, derdixe ser dikê. Hesenê Metê eger Deylan nekuje senaryoya di serê wî de nagihêje mexsedê. Hesenê Metê kujerekî wisa ye ku çavên xwe jî naşkêne ji bo ajoyên wî bigihîjin serî, Deylan dikuje. Deylan çi kiriye? Deylan tenê xwe daye naskirin û ji şoreşger pirsiye tu kî yî? Di dara dinyayê de ji bo vê yekê kes nayê kuştin. Lê nivîskar Deylan dikuje. Di vir de hîle, dek û dolabeke wisa heye ku ancax ew pê bawer bike: Şoreşgerên Cizîrê ew qas beredayî û qatîl in hema kî serê xwe bilind bike mîna mîrîşkan dikujin. Di deftera wan de nirxên mirovahiyê nîn in, ‘ew dûrî berbora kurmancî ne’. El wijdan û ya star!

Gelo Delyan kî ye?

Li gorî senaryoya ku nivîskar me daye fêmkirin eger Bekoyê Ewan maqûlekî ku wî bike qasidê Ehmedê Xanî, Deylan jî li gorî vê sêwirandinê yan Kamîl Atak e yan jî Hazim Babat, yanî qoricî ye. Ew heyama ku Hesenê Metê behsê jê dike bi rastî jî Cizîr yekdeng welatparêz bû. Yekî mîna Deylan ku di nav civata şoreşgeran de wisa tevbigere tune bû. Jixwe nerihetiya nivîskar ji ber vê ye. Çima her kes apocî ye? Ev yek bûye sedemê harbûna wî. Wî qoricî xemilandiye, kinc û pergala kurdî lê aniye û kiriye nav civata şoreşger, bi senaryoyeke sosret daye axaftin û ji bo mebestên xwe vebêje bi destê xwe Deylan daye kuştin. Ji bilî vê yekê wateyeke vê kuştinê ya din nîn e. Hesenê Metê jî di diqlê Deylan de mîna Firat Cewerî qorîcî weke kurdên îdeal senare kiriye, tevgera azadî jî weke şûrkêşên beredayî dijminê kurd û Kurdistan dane nişan. Û ka kiriye ber Erturk Yondemê çêkerê bernameyên TRTê yên dij tevgera azadiyê. Jixwe kifş e ku Hesenê Metê jî mîna beşek nivîskarên kurd sempati û dildariya xwe ji bo tirkan û qorîciyan qet venaşêrin. Ev nefreta ji bo şoreşgeran, sempatiya ji bo Beko û Delyan a ji rûpelên zirteromanê diherike jî îspata vê yeke ye.

Cizîr kiriye Cizîreke xopan wiha bi derbên tund lê dixe, “Ew Cizîra ku bi çem û çiyayên bakire, anuha û îro… çawa bibêjim, ez dinihêrim ku Cizîra Botan bû Cizîra Xopan. (…) li wir keç û bûkên Cizîra Botan êdî kincan naşon, ya arif, kesek nizane bê çima lê li wir îro xwîna dirije û ava wê sor diherike.” (rp.64) belê Hesenê Metê li wê derê amajeyî vê yekê dike ku Cizîr bi erdnîgariya xwe, bi avahî û hebûna xwe ser û bin bûye, perişan bûye, her tiştên xwe winda kiriye û bi şerekî bêmesnet çemên wê bi xwîna sor diherikin. Ey qasidê gelacî û bênasnamebûna roja îroyîn hişmendiya te ya dîrokî jî bûye beriyên Taklamakanê. De ka bêje ev axa Botan kingê aş bûye, hebûna wê ji ber tîrên nemerdan xilas bûye û çemen wê bi xwîna sor neherikîne? Te ji bîr kir kingê begtiya tu perestiya wê dikî, serdarê wê Bedirxan Beg dema xwe sparte kela Erûhê seranser ev erdnîgariya Botanê dîsa ji ber zilma dijmin nenaliya, çemên wê bi xwîna sor neherikîn? Îca ev reftara te şalûsî û şelafiya ji bo dagirker û qoriciyan nîn e?

Nivîskar qaşo sernavê E              hmedê Xanî ajotiye ser Cizîra Botan, şiltaxiyan li şoreşa azadiyê, şalûsiyan ji bo pergala qoricîperest bike. Dawiya Beko ji tev gelacî û fesadiyên wî dişo, dixemilîne li gora Mem û Zînê û Ehmedê Xanî vedigerîne: “Belê, ez li ber deriye buhuştê me… lê ev gelacên îro, heşa ji cenabê te, dibêjin meriv wan nakin ber keran jî. Xêr û guneh li hustuyên wan, lê dibêjin ev gelacên ku îro navê min di devê xwe de dikine benîşt, li ba wan evin tune ye, hezkirin tune ye… (…) dibêjin fesad û gelacek wek mîr û maqûlekî, mîr û maqûlek jî mîna fesad û gelacekî bi nav dibin û dimrin.” (rp. 70)

Şanoya Hesenê Metê li ser dikê li dar xistibû, diqede û ew bi ji bo gotina dawî derdikeve ser dikê. Di nav van gotinên wî yên çors, bêbingeh, bêmesnet, gelac, fesad û bêedeb de em tenê tevî van çend gotinên wî dibin:

Her kiyê ku zimandirêjiyê li vî erdî bike, zimanê di devê wî de biwerime û deng jê nayê.

Her kiyê ku destdirêjiyê vî erdî bike, dest û piyên wî ê bişkê û ew ê têkeve ber destan,

Her kiyê ku bike bi îzet-î nefsa vî erdî bilîze, ew ê rezil rezil û ruswayê alemêa jêr û jor bibe.” (rp.74)

Bekoyê Ewan ê rasteqîn di vê zirteromanê de kî ye?

Her çi dibe bila bibe ev pexşan aîdî Hesenê Metê ye. Kifş e ku ew bi kerb, rik, ramana ‘mexdûriyeta’ sî û sê kesên ku di pexşana xwe de jê re gotiye Ebû Leheb bayê bezê reşbelek kiriye. Ferqa wî û kesên weke Firat Cewerî ev e: Rik, kerb û ajoyên îdîk (ezîtiya îptîdaî). Ji bilî wê fikir, raman û rêgeh eynî ne.

Hesenê Metê Bekoyê Ewan ji nû ve vejandiye. Xwezî Ehmedê Xanî vejanda. Lê niyeteke wî ya wisa nîn e. Jixwe, di serî de bi vî awayî ketiye riyeke pirkendal û xwe di wê riyê de werkriye. Her tiştê li ser kaxiz, bi qelemşûriya wî hatiye pê. Bekoyê textîmî xwîneran kiriye Bekoyekî nû ye, wî nas kiriye. Em Bekoyê rasteqîn weke gelac, fesad, evinrûx, melanet û xirab nas dikin.

Di pexşana wî de Beko hatiye şûştin, pê re qoricî û gelek xirabî jî. Rol guherîne; şoreşger weke gelac, fesad, şalûs dane nişan, ji nişkê ve Beko hezret bi devê sofî Temir hatiye pêşkêşkirin. Madem wisa ye, divê em ê pişt perdeye de nas bikin: Afirînerê Bekoyê nû. Hingê em Hesenê Metê ji pişt qalibê Bekoyê nû hildin pêş. Kerem bike Beko tu yî Bekoyê rasteqîn; Hesenê Metê. Xwe veneşêre, ew nav wê li ser te bimîne.

Hesabekî wî li Ocalan û gelê Cizîra Botan re heye. Bi wî bayî ketiye riyeke pirkendal. Ancax bi 74 rûpel dane hev. Lê gotina gotinbêjan eger rast be xwe jî ji van bekotiyên xwe poşman bûye. Wî bixwe negotiye, “Her kiyê ku zimandirêjiyê li vî erdî bike, zimanê di devê wî de biwerime û deng jê nayê.” Belê rast gotiye. Cizîra Botan axeke qedîm û pîroz e. Ne gelacan, ne şiltaxan, ne jî şalûsan qebûl dike. Cizîra Botan her tim serbilind e; bi Bedirxanên xwe, bi Egîtên xwe, bi Berîvanên xwe. Ev tilî ne, weke stûnên Kela Babîl, rasterast li nav çavên înkarker û şiltaxan.

Çawa ku me di serî de diyar kiribû wêje bi taybetî jî roman karekî micîd e. Bi wêje û romanê re hate lîstin ev yek derdikeve derveyî rê û rêbazên wêjenasiyê û wê diherimîne. Hesenê Metê girêdayî rê û rêbazê wêjenasiyê nemaye, hest û ajoyên xwe dane pêş. Bi awayekî wêjeyî û asayî PKK jî, her tevger jî dikarin bên rexnekirin. Lê edeb û pîvana her tiştî jî heye. Hûn bi hezaran mirovan, kesayetên xwemalî milyonan bûne re nikarin bêhurmetiyan bikin. Nikarin zikê we çawa qurqur bike wisa dengê zikê xwe bidin der. Şerm û etibeke civakî jî heye. Her tiştî berdin hûn nikarin bela hest û egoyên xwe şiltaxiyan bavêjin ser rastiyan û bi taybetî rastiyên dîrokî, nikarin tehrîf bikin, biherimînin.

Bi navê wêjeyê, bi pênûsên ko bes wêjeyê ser jê bikin, bes wêjeyê bi xwîna reş a mêjiyên fehş bilewitînin, biherimînin.

Parveke

One Reply to “Yaşar Eroglu – BEKOYÊ RASTEQîN Kî YE?”

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *