GIRINGIYA ZIMAN Û AVJENÎ
Weke ku mamosteyê gorbuhuşt, Celadet Bedirxan, parastina li hember neyaran bi 2 çekan (ol-ziman) rave kiribû,
Kurdîhezên heja û delal,
Emê jî hewl bidin bê ka gelo em çeka (ziman) xwe ya herî mezin û giranbuha çiqasî dinasin…
Em dikarin bibêjin ku têkoşîna ziman,di 3 waran de dikare bê meşandin. Ew her sê jêneger jî, parastina ziman, hîndekarî û perwerde ye. Pêşvebirina ziman û têkûzkirina ziman jî mirov dikare bi van jênegeran ve girêbide.
Jiber ku dê mijara me zimanê kurdî be, divêtî bi ravekirina çend xalan heye.
ya yekemîn, zimanê kurdî, zimanekî Hînd-Ewrûpî ye û di nava zimanên Îranî de cih digire. Lewre ye ku dişibe Farisî, Peştûnî û Belûcî.
Elfabeya kurdî ji 31 tîp (harf) û 1 pevdengê pêk tê.
Ji tîpan 8 jê dengdêr û 23 jî dengdarin.
tîpên dengdêr=a,e,ê,i,î,o,u,û.
tîpên dengdar=b,c,ç,d,f,g,h,j,k.l,m,n,p,q,r,s,ş,t,v,w,x,y,z
pevdenga kudî jî=xw ye.
Ji van 8 tîpên dengdêr, xwendina a-ê-î-o-û dirêjin û ya e-i-u kurtin.
Vêca di nava van 23 tîpên dengdar de jî, çend tîp hene ku rengdarin ango du rengin.Xxwendina wan di nava hevokan de him nerm dibin û him jî hişk dibin. Ew jî mirov dikare weke Ç-K-P-T-L-R. destnîşan bike.
di kurdiya qedîm de,nexşeya zaravayên kurdî bi 4 şaxan derdikeve pêşberî me.
1=Kurdiya jorîn (kurmancî)
2=Kurdiya navîn (soranî-gelhorî)
3=Kurdiya jêrîn (lekî-goranî-lorî-bextiyarî)
4=Dimilî – hewramanî.
Lê di şerefnameya şerefxanê Bîdlîsî de, rêjeya zaravayên kurdî bi vî rengî têne destnîşankirin.
1=Kurmancî
2=Lorî
3=Kelhorî
4=Goranî
Belê di roja me ya îroyîn de,bi gelemperî weke kurmancî-soranî-kirmanckî (dimilî-zazakî) – hewramî, lorî tê zanîn.
Di nava demê de di nava zaravayên kurdî bi xwe de jî guhertin derketine holê.
Weke mînak;di zaravayê soranî de,zayend rabûye.
di zaravayê kurmanci de, di cînavk û navdêran de, zayend maye.
di dimilî de,di cînavk, navdêr û lêkeran de jî zayend hene.
Di serî de me gotibû; ji bona ziman pêwistî bi parastin, hîndekarî ango hînkirin û perwerdeyê heye.
Lewre ziman dişibe zeviyekê, gulekê, darekê, fêkiyekî an jî karxaneyekê.
Ji bona van hemûyan jî, avdanî, paqijî, lênerîn, firotin û hwd. pêviste.
Lewreye ku ji bona ziman jî, xwendin, nivîsandin û axaftin şerte.
Mirov dikare ziman, di axaftina malê de, bi xwendin û nivîsandinê têr û sertêr biparêze.
Lewre nasnameya kesan, bi zimanê wan ve girêdayîye. Ger ku ziman here nasname jî û kesayet jî diçe av û av…
Çewa ku dar bê av nabe, mirov jî bêyî ziman nabe.
Çewa ku her dar lı ser axa xwe û bi rehên xwe mezin dibe, mirov jî nola darê li ser axa xwe û bi zimanê xwe mezin dibe û bi pêşde diçe.
Di heman demê de,wêje,huner, çand û dîroka mirov jî bi zimanê mirov zindî dimîne, gewre dibe û bi pêşve diçe.
ya herî balkêş jî ewe, yên ku bixwazin bibin hakimên derdor û civakê, divê di serî de hakimê zimanê xwe be.
îjar têgihîştin û fêrbûn jî encex bi perwerdeyê pêkane!
Ji ber wê ye ku em dibêjin, divê perwerde bi zimanê civakê ango bi zimanê zikmakî be. Yanê perwerdeya bi zimanê dayikê ya herî giring çak û pake. Armanca perwerdeyê ya sereke serdesta zimane.serdestiya ziman jî kesan qehîm dike, ji xwe bawer, bi vîn û tijî dikemilîne. Hêza kesan ya gotin û vegotinê piirr zêde dike. Bi ziman kesayet teşe digre û tentêla xwe dixemilîne.
vêca perwerdeya bi zimanekî nenas û cûda,an jî bi zimanekî serdestan, neyînî, gengeşî, nakokî û derûniyên xeter bi xwe re tînin.
Di kesên ku bi zimanekî biyanî perwerdê dibînin de, di têgihîştin, xwe ravekirin û fêmkirinê de tengasiyan dikşînin.derûniya wan serobino dibe.
Fêmnakin, nadin fêmkirin û azad naramînin. Lewreye ku bi wan kesan re dudilî, qelsî û jixwe ne bawerî dertê holê. Lewre ew kesên bi zimanekî biyan perwerde dîtibe, nikare bi hêsanî hestên quncika dilê xwe bîne ser ziman û nikare tirs,xof û dudiliyên xwe jî bi hêsanî rave bike. Veca kesên bi vî rengî dê bi çi awayî serdestê civak û derdorê be! Dê çewa xweza,civak û derdorê binase û rêvebertiyê li wan bike!
Dema ku em vegerin ser mijara zimanê kurdî,sed mixabin ev tiştên ku me anîn ziman hemûyan jî hetanî kakilê ruhê me jî rehên xwe berdane…
Bandora erebî,bandora farisî û tirkî me sergêj û matmayî hiştiye. Yên ku ji Tirkiyê, Iraq, Îran û Sûriyê mişext bûne an jî derketine derveyî van welatên dagirker, îjar jî bi pişaftina metropolan re rû bi rû mane. pişaftin (asîmilasyon) belayeke mezin û zahf dijware!
weke deryayan kûre. Lewre bi tenê yên ku baş bi avjenî zanibin dikarin xwe rizgar bikin. yên ku nizanibin jî sed mixabin dê binav bibin û bixeniqin. Lê sed mixabin weke ku di dema îroyîn de em dibînin ku zarokên kurdistanê li Ewrûpa û li metropolên dagirkeran binav dibin û dixeniqin. Di siyasetê de jî heman tişt heye. Mixabin zimanê serdestan lidare û li ser kare. Îcar tiştê ku di dest de maye, ewe ku em bibêjin kurdino! Bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û ji bo kurdî xwe fêrî avjenî bikin. Nexwe bi xwedê emê tevde bixeniqin!!!