Zanîna hilbijartina peyvan û hûnandina hevokan
Mercê nivîsên wêjeyî yê yekem ew e, nivîskar zanibin bi hostatî peyvan hilbijêrin û bi zanîn wan di hevokên xwe bi kar bînin. Zanîna bicihkirina peyvan di hevokan de zîrekiya nivîskaran dide nîşandan. Weke tê zanîn dîwarê nivîsên wêjeyî bi peyv û hevokên bijartî tê lêkirin. Ji bona wê divê dîwarê wan gelekî saxlem be, da bi ser wan de newê herifandin û di bin dîwarê xwe de nemîn in.
Paul Eluard dibêje; ”Ji bona helbestê, pêwîstiya me bi kêmhevokan heye, ji bona ev pêk were ji me re hemû hevok pêwîst in.”
Ev gotinên Paul Eluard ji bona hemû nivîskaran pêwîst in. Ji bona wê divê xezîneya nivîskaran ya peyvan gelekî dewlemend be, da karibin hûnandina peyvan di hevokan de baş bikin. Divê nivîskar zanibin, ew berhemên xwe bi peyvan ava dikin. Ji bona bikaribin berhemên hêja û resan bihûnin, pêwîstiya wan bi hostatiya hilbijartina peyvan heye. Peyvên têne xebitandin, baş werin hilbijartin, watehilgirbin û şûnên xwe rast di hevokê de bistînin. Ji ber hevok bi tenê ji peyvan sûd werdigirin û bi peyvan têne avakirin.
Aristoteles balê dikişîne ser zimanê helbestê û dibêje, ”awayê derbirîna helbestvan ji rastiyê û mecazê peyde dibe”…
Ev gotin ji bona hemû nivîsên wêjeyî jî rast in. Ji ber berhemên wêjevanan ji rastî, hest û xeyalan dizên. Ji bona nivîseke xweş were afirandin, divê afirîner ne tenê li gotin û hevokên rast binêrin. Di nivîsê de xeyal û mecaziyê jî tevlî rastiyê bikin. Peyv di berhemên wêjeyî de, bi mebesta afirandina wêne û sembolan têne bikaranîn. Gelek caran wêne dikarin mecazî û xeyalî bin, lê divê sipehî hatibin xêzkirin û nêzîkî rastiyê bin. Ya vê bike jî, zanîna bikaranîna ziman e. Her kesên ji civatê ji bilî lalan zimanê civaka xwe dizanin. Lê gotin û rêbaza avakirina hevokan tiştekî din e. Awayê gotin û afirandina hevokên nû her kes nizane û nikare bibêje. Ji ber vê, tê gotin, ”awayê derbirînê neynika xwediyê xwe ye.”
Zanîna ziman û hilbijartina gotinan ji hevdu cuda ne. Wêjevan zimanê beriya wan hebûye bi kar tînin û zimanê xwe bi pêş ve dibin. Ne ziman hildibijêrin, di ziman de gotinan hildibijêrin û wan li hev tînin. Piştre wan di nivîsên xwe de dike nav rêkûpêkiyeke din û pêşkêş dikin.
Wêjevan ne mîna wan kesan e dibêjin; di aqilê wan de gelek tişt û ramanên gelekî pêwîst hene, lê dikin nakin nikarin wan bînin ziman. Ew kesên van gotinan hertim dubare dikin, nezanîna xwe ya hilbijartina hevok û peyvan dibêjin. Bi rastî heke zanîna wan a ziman hebe, dê bi peyvên bedew û xwedî bandor hizir û ramanên xwe bihûnin. Yanî dê derbirîna tiştên dixwazin bibêjin, bikin. Ez bawer dikim, ew kesên dema dixwazin derbirîna ramanên xwe bikin, ramanên wan difirin û namînin. Yan nizanin ramanên xwe bi zimanê wêjeyî bînin ziman. Yan jî, ramanên wan gelekî reben û feqîr in nehêjayî gotinê ne. Ji ber Zerdeşt pêxember dibêje, ”ramana pak, gotina pak, kiryara pak, /baş bifikire, baş bibêje û baş bike.”
Ev tê wê wateyê, raman pêşî tê. Yanî her tişt ji ramanê dizê. Wêjevanên hostayên hilbijartina peyvan, ramanên wan baş bin, çi bi devkî be, çi bi nivîsîkî be, dikarin baş bibêjin.
Mafê wêjevanan nîne, bibêjin ez nikarim ramanên xwe bînim ziman. Nivîskarên wêjeyê li baxê peyv û hevokan dijîn. Nikarin bibêjin gelek ramanên min ên giranbiha hene lê ez nikarim wan bînim ziman. Heke wer bibêjin, ew ne li baxê peyv û hevokan dijîn. Ew li hişkebeyarekî bê av, bê gul û bê giya dijîn. Bila dev ji nivîsandinê berdin, li kareki din ji xwe re bigerin. Ji bona wêjevan çirayên ramanê ne li dîwana ziman. Rêberê pêhesîn û anîna ziman a hest û ramanê ne. Mîna ask (xezal) li mêrgan diçêrin pel bi pel giyayê xwe dineqînin û paşî bi kayînê wî giyayî di mîda xwe de dimehînin. Her wisa nivîskarên wêjeyê jî, li mêrga ziman, li peyvan diçêrin. Wan yeko yeko, dineqînin piştre di hevoka xwe de bi cih dikin.
Mallerme dibêje; ”helbest fêrbûna hevokan e.”
Nivîskariya wêje jî hewldana guhertin û avakirina hevokan bi wateyên nû pêşkêşkirin e. Ev guhartin û nûkirin ne li gora fêrbûnên roja wan bin jî, pêwîst e ji bona ziman bigihînin asteke bilindtir bi kar bînin. Bi avakirina hevokên nû û peydekirina peyvên nû, pêwîst e xwe nû bikin. Bi min pêwîstîya wan nîne bibêjin, ez wisa bi zimanê sivik dinivîsim da gel têbigihe. Gel berî wî/wê bi zimanê ew dibêjin, nivîsiye û gotiye. Ne pêwîst e, tiştên her kes dizane binivîsin. Tu bi zanîn peyvan hilbijêrî bi hostatî xweşik bikî û wan di hevoka xwe de bi cih bikî, gel dê têbigihe. Nivîskarên wêjeyê divê tiştên hê nehatine gotin, bi hevokên nû bibêjin. Hêzeke wisa li peyvên xwe bar bikin, da hemû derî ji peyv û hevokên wan re vebin. Ji tiştên li ber destan, ên berê hatine gotin birevin. Heta dikarin bilind bifikirin, xweşik peyvan hilbijêrin, hevokan bizanîn bihûnin û ji bipêşxistina zimanê civakê re rêberiyê bikin.
Kamran Simo Hedilî