SERPÊHATIYA STRANA SÎNEMÊ – Zeyneb Şirnexî

SERPÊHATIYA STRANA SÎNEMÊ Zeyneb Şirnexî Strana Sînemê weke gelek stranên kurdî yên kevin (klasîk) xwedî çîrok û dîrokeke girîng û watedar e. Di dirêjahiya dîrokê de gelek stranên kurdî yên dengbêjiyê, li ser bûyerên weke şer, evîn, bêrîkirin, xerîbî, welatperwerî, lehengî û hwd. hatine gotin. Ji ber ku di serdemên kevin de piraniya kurdan, nexwenda û ne xwînerbûn yanî xwendin û nivîsandina wan tûne bû. Lewra bûyerên di nava wan de rû didan bi riya dengbêjiyê vediguhestin nivşên nû. Ev rêbaz hem weke nivîsandina dîrokê û hem jî weke amûra pêşvebirin û parastina ziman, çand, huner û kelepora kurdî dihat Hemûyê bibînê…

Di Hestên Netewî de Kurd Bûne Yek – Osman Kapan

Berxwedan û lîstikên li ser Rojava, hesteke neteweyî derxiste holê. Konevaniya hemû tevgeran dê êdî li gorî vê were raçavkirin. Lewra konevanî bi gel re û ji bona gel e.Tevger, kes ku li derveyî daxwazên gel tevbigerin, dê di bin xweliya demê de bimînin. Bi berxwedana şoreşa Rojava û xayîntiya eşîrên ereb, di nav gelê kurd de hiseke: “Xwîn nabe av, neyarên bav û kalan, nabine dostê lawan…!” çêkir. Ji bona wê li dora şoreşa Rojava, gelê kurd bû yek dil ! Ew dil Rojava bû, ew dil bû Kurdistan, Kurdistan bû Rojava. Bi hev re herikîn ser çemê neteweyî. Hemûyê bibînê…

ÊL BEGÊ CAF: MOX, PÎRMEND Û PÊŞBÎNVANEKÎ MEZIN Ê KURD Ê JI BÎRÇÛYÎ?

Soran Hemereş Wergera Ji zaravayê Soranî: Muhsin Ozdemir Dema ez zarok bûm di nava civakeke windabûyî di xwe de, gelekî kêfa min bi naskirina pêşbînîkerê navdar ê cîhanê Nostradamos re dihat. Ew mirovê Fransî nêzîkî sala 1503an li Fransayê ji dayik bûye û pêşbîniya gelek bûyerên piştî xwe kiribû. Her çiqas îro li ser ravekirin û hebûna pêşdîtinên wî gelek nîqaş hene jî hinek bawer dikin ku gelek pêşbîniyên îroyîn bi zorî têne şîrovekirin û xelk bi zehmetî wateyê dide pêşbîniyên wî. Hin pêşbîniyên wî jê re hatine çêkirin, lê çima ji bo me zanîna wî zilamî di wê zarokatiyê Hemûyê bibînê…

BISK Û KEZÎ – Bahadîn Robar

BISK Û KEZÎ Bahadîn Robar Bisk û kezî ji bo jinên kurd sembol û nîşaneya jinbûn, xweşikbûn, ciwanî û hijxwekirinê ne. Her wiha bisk û kezî hêmanên herî girîng ên xemilandin û xwexweşikirinê yên ji laşê jinan bixwe ne. Ligel vê ji bo jinan hem sembola rûmetê û hem jî ya berxwedanê ne. Kezî di çanda kurdan de weke serbilindî, jixwebawerbûn û jixweqayîlbûnê jî tê nirxandin û pênasekirin. Lewre di gelek stran û helbestên hunermend, helbestkaran de û di gotar û çîrokên gelêrî yên kurdan de weke nîşaneya azadî û girêdana bi çandê ve hatine pênasekirin. Bisk û kezî di Hemûyê bibînê…

TÊKOŞÎNA SÊ JINÊN DENGBÊJ – Zeyneb Şirnexî

TÊKOŞÎNA SÊ JINÊN DENGBÊJ (Meryem Xan, Elmas Xan, Nesrîn Şêrwan) Zeyneb Şirnexî Di diroka şaristaniyê ya 5 hezar salan de zext û zor û pergala mêr û dewletê ya mêrperest êş û janên herî dijwar li jinan daye kişandin. Bi taybetî li navenda şaristaniyê ya cara pêşî azadiya jinan jê hatî stendin pêkutî û tundiyeke bêsînor li ser jinan hatiye pêkanîn. Bê gûman ji Îştarê heta bigihîje Leyla û Zîlanan li hember vê pergala dewletperest û mêrperest têkoşîneke bêhempa jî hatiye meşandin. Çawa ku tovê dewlet û mêrê serdest li cîhanê hatibe çandin û belavkirin her wiha li hember wê Hemûyê bibînê…

Çemê Bêherk-Osman Kapan

Hêdî hêdî xwe ji jor ve ber bi perava çem de berda.Hat,ji ser kevirekî reş rûnişt,turikê ku ji çeênd rengên qedîm xemilandî,danî tenişta xwe û welê kur kur li pêlên ava bi herk nerî.Nerîneke welê bû,te digot qey, dema ew pêl li hev dikevin sancoyî dibe.Di rû yê wî re cokên êşê diherikîn ! Çiqasî pêl bilind dibûn,wekî erdekî qelişî qemîçonkên rû yê wî kur dibûn.Wê kêliyê li çi denerî,çi difikirî,çi êş dikişand ? Ji wî pêve tu kesî nizanî bû.  Çiqasî welê ma nizanîbû.Demekê li derdora xwe nerî,li paş xwe zîvirî li dûr nerî,nerî û hey nerî.Belî bû ku Hemûyê bibînê…

Mizgîn Ronak

Hesûdî û Fesadî-Mizgîn Ronak

Her kes meneya hesûdî û fesadiyê dizane. Ji ber ku di qodên kes û civakên bindest de ev her du rewşên kambax gelek serwer in. Serwer in û hinek tevlîhev… Lewre hema bêje her kes hem fail-kiryar e hem jî mexdûr e. Hem hesûd hem fesad, hem jî ji ber hesûdî û fesadiyê bextreş. Zaroktiya ku hema her kes dibêje xwezî bi wan rojan jî di bin siya hesûdî û fesadiyê da derbas dibe. Loma jî mêr û bi taybetî jî jinên li zaroktiya me qet jî kêfxweş û dilzelal nebûn. Di nav lepên van herdu belayan de diperpitîn. Hesûdî li Hemûyê bibînê…