HINEK FELSEFE 3-4/ Osman Kapan

Beşa 3 Felsefe; bi temamî aqil e û di nava sînorê aqil de, bi gotinê tiştên nujen tîne ziman û dibe finda li pêşiya tarîtî yê. Ji wê ye yên xwedî felsefe piraniya caran bi tenê dimînin. Lewra ji dervî pêkutiya desthilatdaran, bawerhişk jî di rê ya wan de wekî kelemekî ne. Jixwe felsefe jî di demên welê de dertê. Me di nivîsa xwe ya duyem de, bi kinasî behsa felsefe ya Zerdeşt kiribû. Di vê nivîsê de jî emê behsa Felsefe ya Buda (Siddhartha Gautama) bikin. Buda, lawmîr bû. Hal û wextê wî di nava xweşî, hebûn û zewqê Hemûyê bibînê…

Vexwestina Kongreya Enstîtuya Kurdî li Stockholmê

Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kongreya xwe 12.04.2025 pêk tîne û ji bo vê vexwendinameya kongreyê belavkir. Komîteya Amadekar bi vewestinameyê xwestin hemû hezkiriyên çand û wêjeyê bi rexne û pêşniyarên xwe tevlî kongreyê bibin. Naveroka vexwestinnameyê bi vî awayî ye; “Vexwendin ji bo Kongreyê Birêz endam, alîgir û dilxwazên Înstîtuya Kurdî li Stokholmê! Em weke Înstîtuya Kurdî li Stokholmê kongreya xwe ya salane li dar dixin. Em we hemûyan vedixwînin kongreya Înstîtuyê. Beşdarî û amadebûna we wê kongreya me xurt bike. Di heman demê de nirxandin û pêşniyazên we bi qasî hêzdanê wê tîneke gur a nû bide kar, erk Hemûyê bibînê…

Newroz û Kurd – Kamran Simo Hedilî

Kurd û Newroz, du nav in bi hev re tên bîra mirov. Dema navê Newrozê tê gotin, kurd têne bîra mirov. Her wisa dema wêrekî û lehengiya kurdan tê gotin, berxwedana lehengên Newrozan tê bîra mirov. Ne kurd bê Newroz dibin û ne jî Newroz bê kurdan dibe. Newroz germiya dilê kurdan e û hestên neteweyiya wan e. Kîjan gel Newrozê çawa dibîne û çawa pîroz dike, bila bike. Lê gelê kurd Newrozê bi agirê berxwedanê pîroz dike. Bi hezar salan e, kurdan ev roj ji xwe re kiriye cejna yekîtiyê û serkeftinê. Newroz tekane cejn e li nav hemû Hemûyê bibînê…

Hinek Felsefe 1-2 / Osman Kapan

HINEK FELSEFE Beşa 1. Felsefe, babeteke kûr, direj û berfireh e. Em nikarin bi çend gotinan vê babetê bînin ziman.  Me xwest bi çend gotina ragihînin bê kok û çavkaniya felsefê ji ku tê û çavkanî ku dever e.  Wekî her tistî dîroka felsefê jî serdestan nivîsî ye.  Ew bingeha her tiştî li gorî berjewendîyên xwe digirin dest. Ango, diwarê xwe li ser riknê derewan lê dikin. Kurt û kurmancî, dîroka wan a talan û diziyê ye. Lê vêna bi derewînan dirêsin û bi gelan didin pejirandin, bi demê re ev derewîn dibe “rasteqînî“ Di hemû dibistanên dinê de, bingeha Hemûyê bibînê…

Helepçe û Enfal – Gulistan Kanîreş

Kurd û Kurdistan hê jî di bin sîbera qetlîamên nejibîrkirî de ne. Di sedsala 20an de gelek qirkirin û qetlîamên ku bi tîpên reşhatine nivîsandin di dîroka mirovahiyê de pêk hatin.  Qirkirinacihûyan a ji aliyê Almanyaya Nazî ve, jenosîdên Bosna û Ruandayê û helbet êşên li Rojhilata Navîn… Di nav van de komkujiya Helebce û Enfalê ku birîneke kûr di bîra gelê Kurdde hiştiye, ne tenê bûyerên dîrokî yên dema borî ne lê beşek jisîstemeke zilmê ye ku îro jî didome. Enfal û Helebce: Qirkirineke sîstematîk a li dijî gelê Kurd e! Operasyona Enfalê ya ku di dawiya salên 1980an Hemûyê bibînê…

JI BO ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ I- Azad Zal

‘Ez kurd raketim ereb şiyar bûm’ Bûyer; Bi navê Tahir kurdekî hemedanî ji bo ku îlm û îrfanê peyda bike û bibe serwerê heyînê û têbigihîje raza evînê berê xwe dide medreseyê. Tahirê Hemedanî mirovek saf û dilpak e. Kî çi bibêje jê bawer dike. Wî bi dilpakiya xwe rêça xwe diyar kiriye û daxwaza wî bi tenê ew e ku wekî kurdekî dildarê zanyariyê û rêhevalê evînê bigihîje mexsed û miradên xwe. Tahir diçe medreseyekê dixwaze li wir bi cih bibe. Li medreseyê şagirtên din jî hene û bi dilpakiya wî henekên xwe dikin û tu car jê hêvî Hemûyê bibînê…

Jîn ARYEN – Pêşengeke Êzidî: Meyan Xatûn

Pêşengeke Êzidî: Meyan Xatûn Jîn ARYEN Meyan Xatûn di sala 1874an de li gundê Baedrayê yê ku li ser navçeya Şêxanê ye di malbateke esil a êzîdiyan de ji dayik bûye.  Ew keça mîrê Baedrê ya bi navê Ebdî Beg bû. Dayika wê jî ji mîrîtiya Xanedana Çolê bû. Ew bi xweşikbûn û zîrekbûna xwe li gundê ku lê mezin bûbû û li gundên li derdorê bi nav û deng bû.  Bi sekn û helwesta xwe, bi jîrbûn û wêrekiya xwe bala gelek kesan dikişand ser xwe. Ew di wê zanebûnê de bû ku xwedî malbateke rêzdar, bihêz û qedîm Hemûyê bibînê…